Jinan zora mêran bir û projeya xwe xistin pratîkê
Li gundê Tulmen ê Rihaya Bakurê Kurdistanê jin ji bo projeyeke ajeldariyê rûbirûyê nerazîbûna 66 mêrên malbatê bûn û di dawî de projeya xwe xistin pratîkê û dest bi xwedîkirina ajelan kirin.
K24 – Riha
Li gundê Tulmen ê Rihaya Bakurê Kurdistanê jin ji bo projeyeke ajeldariyê rûbirûyê nerazîbûna 66 mêrên malbatê bûn û di dawî de projeya xwe xistin pratîkê û dest bi xwedîkirina ajelan kirin.
Seroka Rêxistina Hevkariya Jinan Suna Rastgeldî berî sê salan li gundê Tulmen ê Rihayê bêyî hîç semîner û axaftinekê rêz û bihayê jinan di nav civaka derdordora xwe de bi vê projeyê zindî kir û jin wek mînaka dahênan û bingehdanînê pêşan da.
Ew rêxistin ji jinan pêk hatiye û sê endamên wê hene. Destpêkê ji berhemanîna şîr dest pê kirin, lê belê hatin ne wek pêwist bû, niha berx û kaviran bi xwedî dikin bo berhemanîna goşt.
Bi liberçavgirtina taybetmendiyên civakî yên navçeya Rihaya Bakurê Kurdistanê, Rastgeldî dest avêt karekî dijwar, lê ew pêdagir e ku nerîna civakê ya li ser jinan biguhere û civakê neçar bike ku îtîrafê bi hêz û şiyanên jinan bikin.
Damezrênera Projeyê Suna Rastgeldî wiha dibêje: "Ez kesek im ku li gun ji dayîk bûme, gelekî bi kêfxweşî min dest bi vê projeyê kir, lê destpêkê nerîna civakê ne baş bû, niha hinekî baştir e û xelk sipasiya me dikin û dibêjin em jî dixwazin projeyeke wiha dabimezrînin."
Bi vê projeyê hatineke nexirab bi dest hersê malbatan dikeve û rêjeya goştê sor li deverê jî heta astekî zêde kiriye. Herwiha ligel bixwedîkirina ajelan jin hinekî ji çarçoveya çar dîwarên malan derdikevin.