Sedir gefan li balyûzaxaneya Emerîka û Birîtanîyayê dike.

Mûqteda Sedir Serokê Rewta Sedira Şîe li Îraqê ragehand: Ji bilî Emerîka û Birîtanîyaya dagîkar ku divê yan bêdeng bin yan jî xwe vekişînin, em diltenahîyê didin hinartîyên din ên bîyanî li Îraqê û pêdivîye xwepîşander li benda biryara me bin.

K24- Hewlêr:

Mûqteda Sedir Serokê Rewta Sedira Şîe li Îraqê ragehand: Ji bilî Emerîka û Birîtanîyaya dagîkar ku divê yan bêdeng bin  yan jî xwe vekişînin, em diltenahîyê didin hinartîyên din ên bîyanî li Îraqê û pêdivîye xwepîşander li benda biryara me bin.

Mûqteda Sedir di ragehandinekê de ku evro Sêşembîyê belav kirîye, dibêje: Me bihistîye ku hinek hinartîyêm diplomatên Ereb û welatên bîyanî û balyûzxaneyan tirs lê nîştine  ji çûna xelkê bo nav Devera Kesik li Bexdayê,  çunku ew li wê deverêne.

Herweha dibêje: Li vir pêdivîye li ser min ku peyama diltanahîyê û aştîyê ji wan re bişînim bi der ji dagîrkaran, em miletekin qet destdirêjîyê nakin ser mihvanan, eger gelî vîya biçe di nav Devera Kesik de, çi destdirêjîyan nakin ser wan û her destdirêjîyek bo ser wan destdirêjîye bo ser me û em bi temamî wê yekê red dikin.

Serokê Rewta Sedira Şîe li Îraqê, herweha dibêje: Belê balyûzxaneyên herdû welatên dagîrkar, Emerîak û Birîtanîyayê,  min di gotara xweya dawîyê peyamek ji wan re şand, ku divê yan bêdeng bin yan jî li wê devrê (Devera Kesik) xwe vekişînin, lê eger hewe bi corên serbzî, saloxvanî yan jî bi rêya ragehandinê destên xwe xiste têde, wê demê hûn dibin pişkek ji gendelakaran û bijartin di destên hewe deye neku di destên me de.

Ev di demekê deye ku Heynîya bûrî li ser daxwaza serokê  Rewta Sedir alîgirên evê rewtê li pêş derazînka Devera kesik, li Bexdayê, ku piranîya herî mezin ji wezaret û balyûzxaneyên welatan têdeye, xwepîşandan encamdan û daxwaz ji hikumetê kirin çaksazîyan encam bide yan jî bihê hilweşandin, eger na di aynde de dê biçin nav Devera Kesik.