Serokê Îraqê: Em nedijî hevpeymanîya Rosîya, Sûrya û Îranê ne.

Fûad Mesûm serok Komarê Îraqê ragehand : Îraq ne dijî hevpeymanîya Rosîya, Îran û Suryayêye li dijî Daişê, lê ev bi wê watayê nine ku welatê wî piştîvanîyê ji vemana Esed dike.

K24- Hewlêr:

Fûad Mesûm serok Komarê Îraqê ragehand :  Îraq ne dijî hevpeymanîya Rosîya, Îran û Suryayêye li dijî Daişê, lê ev bi wê watayê nine ku welatê wî piştîvanîyê ji vemana Esed dike.

Di hevdîtinekê de li gel ajansa Sipotinêka Rosyayê, Fûad Mesûm dibêje: Mezintrîn gef bo ser asayîşa cîhanê Daişe. Lew em bi hîç awayekê li dijî hevpeyamnîya Rosîya, Îranê û Surîyayê nine li dijî Daişê, lê divê ew jî bihê gotin ku ev piştîvanîya me bo evê hevpeyamnîyê bi wê watayê nine ku piştîvanîya vemana Hikumeta Esed dikin li Suryayê.

Herweha serok komarê Îraqê got: Sera wê yekê jî ku Îraqê peywendîyeka bi hêz li gel Moskoyê heye, belê nebûye Endam di vê hevpeymanîyê de, belkû tenê hevahengî li gel evan sê welatan heye bi rêya wê navenda Hevahengîye ku li Bexdaye.

Di dawîya meha Îlona 2015, hevpeyamnîy di navbera Rosîya, Surya û Îranê pêkhat li dijî Daişê, herweha navendeka veguhertina zanîyarîyan li ser Daişê durist kir  ku baregeha wê li Bexdaye û sûpasalarên her çar welatan têde pişikdarin.