Kurdên Rojhilatê Kurdistanê jîngehê diparêzin

Li bajar û bajarokên Rojhilatê Kurdistanê jîngehparêz xwedî li jîngehê derdikevin û li bajarê Seqiz 8 hezar şitil ji aliyên jîngehparêzan ve hatin çandin.

K24 – Seqiz

Li bajar û bajarokên Rojhilatê Kurdistanê jîngehparêz xwedî li jîngehê derdikevin û li bajarê Seqiz 8 hezar şitil ji aliyên jîngehparêzan ve hatin çandin.

Bi hatina Newrozê re her sal li bajarên Rojhilatê Kurdistanê jîngehdost û jîngehparêz hewl didin ku rêjeya dar û dirextan li bajarên xwe zêde bikin, di vê çarçoveyê de îsal jî 8 hezar şitil û derxên cor bi cor li nav park û cihên giştî yên bajarê Seqiz hatin çandin.

Di vê derbarê de Civata Jîngehparêzên Seqiz, daxwaz ji xelkê bajêr kir ku roja Înê hemû di çandina derx û şitlan de amade bin. Di çend rojên borî de kampanya hevbeş a çandinan derxan bi awayekî xwebexş li bajarên Sine, Nexede, Bane, Pîranşar û Merîwan hat destpêkirin.