Mûqteda Sedir nermîyê li bermber Ebdadî nîşan dide.

Muqteda Sedir rêberê Rewta Sedir, biryar da xwepîşandanên heftîya dahatî li kaxa Tehrîr encam bidin nekû li Devera Kesik, wek ku berê gotibû.

K24- Hewlêr:

Muqteda Sedir rêberê Rewta Sedir, biryar da xwepîşandanên heftîya dahatî li kaxa Tehrîr encam bidin nekû li Devera Kesik, wek ku berê gotibû.

Sedir egera guhertina cihê xwepîşandanê, bo wê yekê vegrand ku Ebadî rijte li ser encamdana çaksazîyê û sizadana gendelkaran.

Rêberê Rewta Sedir tekez kir, eger Ebadî berdewam be li ser rêya çaksazîyan, ew bi rêyên din  dê piştîvanîyê li wî bike. Ev di demekê deye ku Heynîya bûrî rêberê Rewta Sedir daxwaz ji alîgirên ewê Rewtê kiribû ku li pêşîya derazînka Devera Kesik li Bexdayê, (ku piranîya wezaretên Îraê û balyûzxaneyên welatên bîyanî têdene) xwepîşandanê encam bidin. Daxwazîya wan jî, ji hikumetê ewe, yan çaksazîyan encamp bide yan jî xwe bihilweşîne neku xwepîşander dê biherin  di nav Devera Kesik de.

Lê Muqteda Sedir bo dû Heynîyan li ser yek, bi merema  daxwazkirina encamdan çaksaîyê , daxwaz ji xwepîşanderan kir li kaxa Tehrîr li naversta Bexdaya paytext,  xwepîşandanê encam bidin.