Komkara Erebî, Hizbûllaha Lubnanî xistin di lîsta terorê de.
Wezîrên derveyên welatên Erebî, di kombûna xwe de li nivîsîngeha serekîya Komkara Erebî li Qahire, bi piranîya dengan, biryardan Hizbûllaha Lubnanî bixin di nav lîsta Trerorê de.
K24- Hewlêr:
Wezîrên derveyên welatên Erebî, di kombûna xwe de li nivîsîngeha serekîya Komkara Erebî li Qahire, bi piranîya dengan, biryardan Hizbûllaha Lubnanî bixin di nav lîsta Trerorê de.
Le hembrer ewê yekê her yek ji Lubnan û Îraqê dijî biryarê rawestan û Cezayîrê jî têbînî li ser biryarê hebû.
Wehîd Mûbarek Sîyar, birîkarê wezîrê derveyê Behreyînê, di kongioreyeka rojnamevanî de, birîyarên kombûna wezîrên derveyê welatên Erebî vexwînd ku têde hatîye: Biryarên Civata Komakarê Erebî, birîyara polînkirina Hizbûllaha Lubnanî jî wek rêkxistîyeka terorstî ji xwe girtîye. Sîyar, ku divê gerrê de welatê wî serokatîya komkara welatên Erebî dike, got: Kodengî li ser evê biryarê hebû tenê Îraq û Lubnan dij bûn û Cezayîrê jî têbînî li ser biryarê hebûn.
Ew biryara wezîrên derveyên Komkara Erebî, di demekê deye ku tenê yek heftî bûrîye li ser biryara Civata Harîkarîya Kendavê, kû ew jî her bi wî şêwazî birîyarda ku Hizbûllaha Lubnanî bixin di nav lîsta rêkxistîyên teroristî de.
Ev dû biryarên wek hev, piştî ragirtina harîkarîyên serbazîyên Seûdîye dihên bo Lubnanê, bi egera helwîsta ewî welatî li dijî Rîyadê û çend welatekên kendavê jî hevwelatîyên xwe agahdarkirine ku serdana Lubnanê nekin.