Heyder Ebûdî: Vê hefteyê projeyasaya budceyê tê pesendkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Civîna Encûmena Wezîran a Iraqê ya bo nirxandina projeyasaya budceya sala 2027an, ji ber nakokiyên siyasî bo roja sêşemê hat paşxistin. Di heman demê de, biryar e sibe şandeke payebilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo gotûbêjkirina pişka Herêmê bigihîje paytext Bexdayê.

Berdevkê Hikûmeta Iraqê Heyder Ebûdî ji ajansa nûçeyan a fermî ya Iraqê (INA) re ragihand, Serokwezîr Elî Falih Zeydî ferman daye ku rûniştina roja sêşemê (10ê Mijdarê) a Encûmena Wezîran ji bo nirxandina projeyasaya budceya giştî ya 2027an bê terxankirin, da ku piştî pesendkirinê arasteyî Parlamentoya Iraqê bê kirin.

Ebûdî da zanîn, budceya 2027an dê pişta xwe bide girêdana terxankirinên darayî bi encamên armanckirî ve û amrazên darayî yên bo piştevanîkirina geşepêdana aborî li xwe bigire. Her wiha aşkere kir ku herdu projeyên "Rêya Geşepêdanê" û "Sindoqa Serweriya Nifşan" wekî du karên pêşîn ên stratejîk ên hikûmetê di nav budceyê de hatine bicihkirin.

Biryar bû îro 7ê Mijdar, Encûmena Wezîran a Iraqê li ser reşnivîsa budceyê bicive, lê civîn bo roja sêşemê hat paşxistin. Çavkaniyekê ji nav Encûmena Wezîran ji Kurdistan24ê re ragihand, ji ber kûrbûna nakokiyên di navbera aliyên siyasî de li ser xalên budceyê, civîn pêk nehatiye.

Di vê çarçoveyê de, parlamenterê Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê Şêrwan Duberdanî ji Kurdistan24ê re aşkere kir ku sibe yekşemê, şandeke payebilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Wezîrê Darayî Awat Cenab Nûrî diçe Bexdayê.

Duberdanî diyar kir ku şanda Herêmê dê ligel her sê wezîrên petrol, darayî û avakirinê yên Iraqê bicive da ku li ser pişka Kurdistanê ya di budceya 2027an de û çendîn pirsên din ên hilawîstî gotûbêjan bike.

Kêşe û nakokiyên li ser pişka Herêma Kurdistanê

Li gorî zanyariyên Kurdistan24ê, heta niha ti rêkeftinek li ser pişka Herêma Kurdistanê nehatiye kirin:

- Helwesta Bexdayê: Hikûmeta federal pişka Herêma Kurdistanê bi rêjeya %12.67 diyar kiriye û merc daniye ku rojane 450 hezar bermîlên petrolê radest bike. Li gorî vê rêjeyê, Bexdayê nêzîkî 13 trîlyon dînar bo Kurdistanê veqetandiye ku ev bir têra dabînkirina mûçe û xerciyên Herêmê nake.

- Daxwaza Hewlêrê: Herêma Kurdistanê daxwaz dike ku pişka wê bibe %14 ji budceyê û teqez dike ku ji ber astengiyên teknîkî û peymanan, nikare rojane 450 hezar bermîl petrol bişîne.