Ebadî daxwaz ji alîyên Sîyasî dike berbijarên xwe bo kabîneya pêşkeş bikin.
Serok wezîrên Îraqê Heyder Ebadî ragehand: Daxwaz ji hemû alîyan hatîye kirin berbijarên xwe bo kabîneya nû ya hikumeta teknukrat pêşkeş bikin.
K24 Hewlêr:
Serok wezîrên Îraqê Heyder Ebadî ragehand: Daxwaz ji hemû alîyan hatîye kirin berbijarên xwe bo kabîneya nû ya hikumeta teknukrat pêşkeş bikin.
Li gor daxuyannameyeka nivîsîngeha serok wezîrên Îraqê, Heyder Ebadî daxwaz ji firakisyûnên Civata nwêneran û alîyên karayên di nav civakê dike, navên berbijarên xwe bo postên wezaretan pêşkeş bikin. Xuya jî kirîye ku komîteyeka şareza, piştî hilsengandin û hûrbînîyê, navên zêdetir ji berbijarekî bo her postekê dê bilind bikin, heya ku biryar li ser baştirîn bihê dan.
Di daxuyannameyê de amaje bi wê yekê jî hatîye kirin ku komîteya şarezayan, komîteyeka serbixweye û endamên wê komîteyê ji alîyê serok wezîrên Îraqê ve hatine destnîşankirin û dê vêdaçûnê bi zanyarîyên berbijarn bikin û piştî hûrbînîyê û vêdaçûnê, navan dê bilind bikin bo serok wezîran û bo her postekê zêdetir ji berbijarekê teknukrta dixn ber destên wê heya ku kesê herî bi şîyan bihê destnîşan kirn û dûv re jî dixin berdestên Civata Nwênerên Îraqê.