Birîtanya hêzeke taybet dişîne Iraqê

Birîtan yek ji welatên Hevpeymaniya Navdewletî bi serokatiya Amerîkayê li dijî DAIŞê.

K24-Navenda Nûçeyan

Wezîrê Berewaniyê yê Brîtanya Michael Fallon ragehand ku, bi armanca piştgiriya Artêşa Iraqê welatî wî hêzeke taybet dişîne wî welatî.

Derbarê wê şandina hêza nû bo Iraqê Wezîrê Berewaniyê yê Brîtanya Michael Fallon di daxuyaniyekî de wiha got: 30 leşkerên welatê me wê werin Iraqê ku erkê wan jî,  şer kirine û şêwirmendiya leşkerî û alîkariya leşkerî wê radestî  Artêş û hêzên ewlehiya Iraqê bikin.

Fallon da zanîn ku ew leşkerên Birîtanî ne tenê wê alîkariya leşkerî bikin, ew dê alîkariya tendûristî jî bikin, aşkere kirk u, birêkirina wan 30 leşkeran ve hejmara leşkerên Brîtanyayê li Iraqê dibe 300 leşker, ku erkê hemûyan jî alîkariya leşkerî ye.

Birîtan yek ji welatên Hevpeymaniya Navdewletî bi serokatiya Amerîkayê li dijî DAIŞê.