Li Nisêbînê tank li dibistanan hatin bicîhkirin

Piştî daxwiyaniya Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê ku gotibû dê operasyon dest pê bikin, gelek tank li baxçeyên dibistanên Nisêbînê hatin bicîhkirin û koça welatiyan jî dest pê kir.

K24 – Mêrdîn

Piştî daxwiyaniya Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê ku gotibû dê operasyon dest pê bikin, gelek tank li baxçeyên dibistanên Nisêbînê hatin bicîhkirin û koça welatiyan jî dest pê kir.

Li Bakurê Kurdistanê rewş ber bi aloziyeke zêdetir ve diçe. Ligel amadekariya operasyonê koça welatiyan jî a ji navçeya Nisêbîna Mêrdînê dest pê kir û berî operasyon dest pê bike ji ber şer û pevçûnan esnafên ser cadeya Ceq Ceq jî dikanên xwe venekirin.

Tank li dibistanan hatin bicîhkirin û koça welatiyan jî dest pê kir. Di vê çarçoveyê de hinek tank li hewşa dibistana Amadeyî ya bi nave Emîre Gozu ya Anadolu hatin bicîhkirin. Bi taybetî ji wan taxên ku xendek lê hatine kolandin koça xelkê jî dest pê kir.

Welatî li gor pêdiviyên xwe hinek tiştan hildigirin û ji bajêr derdikevin. Heta niha ku 6 caran qedexeya çûn û hatinê li Nisêbînê hatiye ragihandin, welatiyên ku koç dikin zêdetir diçin ba merivên xwe yên li gundên derdorê an jî wan taxên ku şer lê nîne.