Serokwezîr Mesrûr Barzanî serdana projeya "Toga Porto Marina"yê li Zaxoyê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Yekşem, 25ê Cotmeha 2026ê, serdana projeya "Toga Porto Marina"yê li Zaxoyê kir.

Ev proje di qonaxa dawiyê ya çêkirinê de ye û ji hejmareka kafê û xwaringehên branda cîhanî pêk tê.

Rûberê wê projeyê 11 hezar û 759 metreyên ducarkî ne, bi 6 milyon û 390 hezar û 391 dolaran tê çêkirin. Herwesa zêdetirî 100 derfetên kar bo ciwanên wê deverê peyda dike.

Pêkhateyên projeyê:

13 xwaringeh û kafeterya.
60 koçk.
Cihê siwarbûna beleman.
Yariyên zarokan.
Zîp Layn.
Cihê rûniştinê.
Geraca otomobîlan.