Mesrûr Barzanî: Projeya Geliyê Zaxoyê kerta geştyariyê ya Kurdistanê zêdetir vedijîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê berê bingehîn ê projeya Geliyê Zaxoyê danî û amaje bi wê yekê da ku ji bilî afirandina derfetên kar, ev destpêşxerî dibe sedemeke serekî bo zêdetir vehandina kerta geştyariyê li seranserî Kurdistanê bi giştî.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Yekşem, 25ê Cotmeha 2026ê, li ser hesabê xwe yê tora civakî ya “X”ê ragihand ku di berdewamiya serdana xwe ya meydanî de bo Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê, wî berê bingehîn ê projeya Geliyê Zaxoyê yê geştyarî daniye.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje bi rehendên aborî û civakî yên wê projeyê kir û ron kir ku bi temambûna vê projeya nû, gelek derfetên kar ên rasterast bo ciwan û xwecihên wê deverê peyda dibin, ev jî dibe piştgiriyeke giring bo bilindkirina asta jîn û jiyarê û vejandina bazara kar a navxweyî.

Di pareka din a peyama xwe de jî, Mesrûr Barzanî bal kişand ser girîngiya stratejîk a vê destpêşxeriyê û ragihand ku projeya Geliyê Zaxoyê ya geştyarî ne tenê bo deverê, belku dibe faktoreka çalak bo zêdetir vejandin û pêşxistina kerta geştyariyê li seranserî Herêma Kurdistanê bi giştî.

Danîna berê bingehîn ê vê projeyê di çarçoveya dîtin û karnameya kabîneya nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ye, ku kar li ser pirrengkirina çavkaniyên dahatê, vejandina deverên geştyarî û rakêşana geştyarên navxwe û derve dike, bi merema guhartina Herêma Kurdistanê bo navendeke pêşkeftî ya geştyariyê li ser asta deverê.