Zelmay Xelîlzad: Pêdivîye rifrandoma Kurdistanê bi hevahengî li Îraqê birêve biçe.
Zelmay Xelîlzad balyûzê berê yê Emerîkayê li Îraqê di dîdareka taybet de bi Kurdistan 24 ragehand, eger rifrandom li Başûra Kurdistanê bihê encamdan, pêdivîye bi hevahengî li gel hikumeta Îraqê bi rêve biçe û bi rêkevtin pêngav bihên havêjtin.
K24- Hewlêr:

Zelamay Xelîlzad got jî: her demeka destkirn bi bicihhînana encamên rifrandomê, gelek giringe ku ew kar bi hevahengî li gel hikumeta Îraqê bihên encamdan. Çunku her pêngavek bihê havêjtin, divê li gor rêkkevtinê û bi şêweyeka aştîyane bi rêve biçe. Vêcar serxwebûn be yan jî her tiştek din be divê bi hevahengî be li gel Bexdayê.
Zelamy Xelîlzad, pirozbahî li xelkên Kurdistanê kir bi hilkevta Cejna Newrozê û supasîya qehremanîya Pêşmergey kir û got: Min divê pîrozbahîyê li tevaya xelkê Kurdistanê bikim bi hilkevta cejina Newrozê û hêvîdarim hemû demeka xweş bibûrînin di vê cejnê de û hêvîdarim sala nû, saleka xweştir û baştir be bo Kurdistanê, baştir ji sala bûrî di bwarên asayîş û abûrîyê de. Min divê behsa wan qurbanîyan bikim ku Pêşmerge dide li şerrê dijî Daişê û supasîya wan dikim bo wê rola mezina hebûy di şerrî de û ew tenê berevanîyê li Kurdistanê nakin lê berevanîyê li tevaya cîhanê dikin.