Balyûzê Seûdîye, red dike balyûzxaneya welatê wî ji Bexdayê bihê veguhaztin bo Hewlêrê.

Balyûzê Seûdîye li Îraqê, Samir Elsebhan red kir ku balyûzxaneya welatê wî ji Bexdayê veguhêzin bo Hewlêrê bi egera gefên Mûqteda Sedir.

K24- Hewlêr:

Balyûzê Seûdîye li Îraqê, Samir Elsebhan red kir ku balyûzxaneya welatê wî ji Bexdayê veguhêzin bo Hewlêrê bi egera gefên Mûqteda Sedir.

Samir Elsebahan dibêje: Em berdewam hewla başkirina peywendîynîn dikin li gel birayên xwe li Îraqê, niha em li nava birayên xweyne û pêdivî bi wê yekê nake balyûzxaneyê veguhêzîn Hewlêrê.

Piştî gefên Muqteda Sedir rêberê Rewta Sedir bi encamdana xwepîşandanan li Devera Kesik dengûya veguhaztina balyûzxaneya Seûdîye hebû ji Bexdayê bo Hewlêrê.

Mûqteda Sedir di ragehandinekê de ku li 8ê evê mehê belav kirbû, gotibû: Em peyama diltenahîyê didin nwênerên hemû welatan ji bilî Emerîka û Birîtanîyayê , çunku em milletekîn, me çi dema destdirêjî nekirîye ser mihvanan, vêcar eger gelî bivê biçe di nav Devera Kesik de, hîç destdirêjîyek nakeve ser wan û destdirêjkirine ser mihvan bi destdirêjî bo ser xwe dizanim.