Firokeyên Hevpeymanan çekdarê Daişê li Beşîr Burdûman dikin.

Îraqê ragehand ku evro firokeyên Hevpeymanên Nêvdewletî Hêrişên asamanî kirine ser çekdar û binegên Daişê li Gundê Beşîr.

K24- Hewlêr:

Îraqê ragehand ku evro firokeyên Hevpeymanên Nêvdewletî Hêrişên asamanî kirine ser çekdar û binegên Daişê li Gundê Beşîr.

Şaneya Rojnamevanîya Cengê di daxuyannameyekê de belavkir: evro firoke Cengîyên Hevpeymanên Nêvdewletî li dijî Daişê, çend armanceka çekdarên Daişê li gundê Beşîr burdûman kirin û di encamda çend çekdar hatin kuştin û  hijmareka binke û otombîlên serbazîyê wan ji navbirin.

Piştî nerazîyên xelkê Beşîr û Tazexurmatû  û gefên wan bi birrîna Elikitrîka Bexdayê egrer hikumeta Bexda gundê Beşîr azad neke, Heyder Ebadî sozda gundê Beşîr azad bikin.

Berê jî zêdetir ji cazrekê çekdarên Daişê, nahîyeya Tazexûrmatû bi gazê Kilor û ş Xerdelê bûrdûman kiribû.