Firokeyka Hevpeymanan kevte xwarê.

Fermandeya Hêzên Çekdarên Îmaratê, evro Dûşembîyê ragehand ku firokeyeka cengîya hêzên pişikdar di Hevpeymanîya Erebî de, li Yemenê dîyar nemeye.

K24- Hewlêr:

Fermandeya Hêzên Çekdarên Îmaratê, evro Dûşembîyê ragehand ku firokeyeka cengîya hêzên pişikdar di Hevpeymanîya Erebî de, li Yemenê dîyar nemeye.

Fermandeya Giştîyê hêzên Çekdarên Îmaratê di ragehandinekê de ku navendên ragehandinê li wî welatî belav kirîne, zanîyarîyên zêdetir li ser evê pirsê aşkera nekirîne.

Hevpeymanîya Erebî, Seûdîye serokatîya  wê dike û gelek welatên Erebî têde di pişikdarin di wê hevpeymanêyê de û li meha Adara 2015, hêrişeka serbazî li dijî çekdarên bizava  Hûsîyan  û serokê berê yê Yemenê, Elî Ebdûlla Salih dest pêkirin.

Ev di demekê deye heya niha dû firokeyên hevpeymanîya Erebî di wan opirasyûnê serbazî de li yemen hatine têkşikandin.