Serokatiya Herêmê teqîna Enqereyê şermezar kir

Serokatiya Herêma Kurdistanê bi daxwiyaniyeke nivîskî teqîna şevê din a li Enqereya paytexta Tirkiyê şermezar kir.

K24 – Hewlêr

Serokatiya Herêma Kurdistanê bi daxwiyaniyeke nivîskî teqîna şevê din a li Enqereya paytexta Tirkiyê şermezar kir.

Di daxwiyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê de wiha tê gotin: "Di encama kiryareke terorîstî de li naverasta Enqereya paytexta Tirkiyê hejmareke zêde ya welatiyan canê xwe ji dest dan û hejmareke din jî birîndar bûn. Ligel ku em vê kiryara ne mirovane bi tundî şermezar dikin, sersaxiyê li kesûkarên qurbaniyên wê bûyera diltezên dikin û hêvîya başbûnê ji birîndaran re dixwazin."

Daxwiyaniya Serokatiya Herêmê wiha berdewam dike: "Teror, bizdandina welatiyan, têkdana asayîş û aramiya xelkê bi nave her hincet û behaneyekê be, kiryareke metirsîdar, nemorovane û gef e bo ser asayîşa civakî û bihevrejiyanê, herwiha pirsgirêkan jî zêdetir dike. Em hêvîdar in di demeke herî nêzîk te dawî li teror û ûer were û aştî û bihevrejiyan baskê xwe bi ser navçeyê de bikşîne."