“Îro 5 jin û 14 zarokên Kurd ên Êzdî hatin rizgarkirin”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî da zanîn ku li ser hewldanên xwe yên azadkirina jinên Kurd ên Êzdî berdewam in û got: “Her îro 5 jin û 14 zarokên Kurd ên Êzdî ji deste DAIŞê hatin rizgarkirin.”
K24 – Dihok
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî da zanîn ku li ser hewldanên xwe yên azadkirina jinên Kurd ên Êzdî berdewam in û got: “Her îro 5 jin û 14 zarokên Kurd ên Êzdî ji deste DAIŞê hatin rizgarkirin.”
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî di merasîma vekirina Zanîngeha Emerîkî de li Dihokê, ragihand ku vekirina vê zanîngehê pêngaveke girîng a pêşketinê ye û wiha axifî: “Ez piştrast im ku ev zanîngeh dê bibe navendeke girîng a zanist û akademik li navçeyê.”
Barzanî wiha dirêjî bi axaftina xwe da: “Derfetên wiha bo bav û bapîrên me nehatin pêş daku bixwînin, wan bi xwîna xwe qurbanî dan daku bingehê paşeroja me deynin û bi saya qurbanîdana wan zar û keç û kurên me dixwînin.”
Barzanî bal kişand ser krîza aborî ya li Kurdistanê heye û diyar kir ku hemû hewldanên xwe xistine tevgerê da vê krîzê derbas bikin. Di beşeke din a axaftina xwe de Serokwezîr behsa taybetmendiya civaka Kurdî û bajarê Dihokê bi taybetî kir û spasiya Dihokiyan kir ku bi germî pêşwazî li hejmareke zûde ya penaberan kirine.
Barzanî, behsa tawanên DAIŞê li beramber Kurdên Êzdî û Xirîstiyanên deşta Nînewayê kir û got: “Her îro 5 jin û 14 zarokên Kurd ên Êzdî ji deste DAIŞê hatin rizgarkirin.”