Obama rexneyên tund li Seûdîye digrin.

Brak Obama rexneyên Tund li Seûdîye digire û tuhmetabar dike bi destwerdanê di karûbarên welatên Rojhilata Navîn.

K24- Hewlêr:

Brak Obama rexneyên Tund li Seûdîye digire û tuhmetabar dike bi destwerdanê di karûbarên welatên Rojhilata Navîn.

Brak Obama serokê Emerîkayê di hevdîtineka tayebt de ku li govara De Etlantîk  belv bûye, Seşdîyeyê bi wê yekê tuhmetbar dike ku gelek caran li dervey mijarên peywenddar biryarê dide û destwerdanê li karûbarên welatên Rojhilata Navîn dike.

Herweha Obama, rexne li hikumeta Seûdîyeyê digre, ku xwe li gel Îranê naguncîne û piştîvanîya hinek girûpên tundrew dike.

Di karvedanakê de li hember axivtinên Obama y, balyûzê berê yê Seûdîye li Emerîkayê, Şazade Tirkî Feysel, rexneya tund li serokê Emerîkayê girt li ser wan axivtinên wî û ragehand ku Seûdîye bi berpirsîyarane reftarê dike.

Pêşbînî dihê kirin ev axivtinên Obamay karvedaneka zêdetir ji alîyê hikumeta Seûdîye bi dûv xwe re bihîne, bi taybetî jî peywendîyên Emerîka û Seûdîye  di asteka baş de ne û hevpeymanên hevdû ne.

Lê heya niha hikumrta Seûdîye bi fermî hîç bersiv nedaye