Li Mexmûrê Daişê hêriş kire ser Supayê Îraqê.

Berpirsê Hêza Pêşmerge li mîhwera Mexmûrê ragehand, çend xwekûjekên Daişê hêrişkirin ser tîpa Supaya Îraqê li bajaroka Mexmûrê.

K24- Hewlêr:

Berpirsê Hêza Pêşmerge li mîhwera Mexmûrê ragehand, çend xwekûjekên Daişê hêrişkirin ser tîpa Supaya Îraqê li bajaroka Mexmûrê.

Di peyewndyekea telefonî de, tabet bi malpera Kurdistan24, Necat Elî, berpirsê Hêza Pêşmerge li mihwera Mexmûrê ragehand: Demjmêr 03:00 şeva bûrî, Daişê bi rêya sê xwekûjan, hêriş kirin ser tîpa 15yê supayê Îraqê li Mexmûrê, di encamda çend serbazên Supayê Îraqê birîndar bûn.

Got jî: Piştî bûyerê, wek hêza Pêşmerge, em gehiştin cihê Tîpa Supayê Îraqê û serbazên birîndar bi aramanca çareserîyê, ji alîyê Hêza Pêşmerge hatin veguhaztin bo nexweşxaneyê.

Li ser peywendî û Hevahengîya Hêza Pêşmerge û Sûpayê Îraqê li mihwera Mexmûrê, Necat Elî got: Peywendî û hevahengîya me li gel Sûpayê Îraqê başe û me Jûra Hevpişik heye.

Di dema bûrî de bi merema rizgarkirina Mûsilê û wek xwe amadekirinekê bo opirasyûna rizgarkirina  wî bajêrî, wezareta Bervanîya Îraqê, tîpa 15 ya Supaya Îraqê li Mexmûrê akincî kir. li gor axivtinên Fermandarê Pêşmerge li wê deverê, hijmara serbazên Supaya Îraqê li Mexmûrê zêdetir ji 4 hezar serbazane.