Barzanî: Hêvîdar in destê PKKê di teqîna Eenqerê de nebe
Serokê Herêma Kurdistanê dibêje, hêvîdar in destê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di teqîne Enqerê de tune be.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Herêma Kurdistanê dibêje, hêvîdar in destê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di teqîne Enqerê de tune be.
Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî di hevdîtinekê ligel televizyona “SKY News” ya Îmaratî de ragihand û got: “Hêvîdar in destê PKKê di encamdana teqîna Eenqerê de tune be, heger destê PKKê dê te hebe, karvedanên xirab dê çê bibin.”
Roja 13 Avdarê demjimêr 18:30an li Kizilaya paytexta Tirkiyê Enqerê li rawestgeheke nêzikê GuvenParkê bi otombêleke bombekirî êrîşek hat kirin. Di encamê de 37 kesan canê xwe jidest da, 19ê wan bi giranî 125 kes birîndar bûn.
Derbarê vekişandina vekişandina Rûsyayê ji hêzên xwe ji Sûriyê de, Barzanî ragihandina ku, pêngavake “Baş” û alîkariyeke bo danûstandinên aştiyê li Cenêvê, bo çareserkirina krîza Sûriyên.
Li Enqereyê di nav salekê de 3 têqîn pêk hatin. Di 10ê Mijdarê ya sala 2015an de 97 kes, 17ê Sibatê de 29 kes û 13ê Adarê de 37 kes bi giştî 152 kesan canê xwe ji dest dan, nêzikê 500 kes jî birîndar bûn. Di dîroka komara Tirkiyê de li Enqerê heta niha ti carî bûyerên wiha rû nedabûn û saleke hewqasî aloz derbas nebûbû.