Nêçîrvan Barzanî: Hevdû şikandin û sepandina vîyanê, Herêma Kurdistanê gehande evê rewşa xirab.

Nêçîrvan Barzanî serokê hikumeta Herêma Kurdistanê di gotara xwe de di çaremîm Dçdara Silêmanîyê ragehand: Hevdû şikandin û sepandina vîyanê, Herêma Kurdistanê gehande evê rewşa xirab.

K24- Silêmanî:

Nêçîrvan Barzanî serokê hikumeta Herêma Kurdistanê di gotara xwe de di çaremîm Dçdara Silêmanîyê ragehand: Hevdû şikandin û sepandina vîyanê, Herêma Kurdistanê gehande evê rewşa xirab.

Nîçîrvan Barzanî got: Me hewil da rewşa Kurdistanê negehe evê kawdanê, lê cihê daxêye di navbera xirab û xirabtirîyê, xirab bûyer bû.

Nêçîrvan Barzanî got jî: Em di rewşeka gelek dijwara şerrî de bûyîn, Kurdistanê pêdivî bi yekê bûm ku bi hemû awayekê tenahîya hindûrî bihê paraztin, dakû welatê me li enîya şerrê dijî terorê neşikê.

Serokê hikumeta Herêma Kurdistanê li ser pirsa serokatîya Herêma Kurdistanê got: Mixabin, hewla şikansdina serokekî ku di enîya şerrê de bû , hewla  sepandina vîyan û wîstêye û paldana perlemanê bo zêdetir alozkirina rewşê, li şûna çareserkirinê, weha kir ku gelek xelk bikevin di nîgeranîyê de  li hember karên dezgehên yasayî.

Nêçîravan Barzanî got jî: Arîşeyên sîyasîyê hindûrî di hemû welatan de çê dibin, lê giring ewe vîyan û wîsta çareserkirina wan arêşeyan hebe, niha dema wê yekê ye, hemû alîyên Kurdistanê wîst û vîyanê bi temamî nîşan bidin, bi hev re danîşîn bo çareserkirina arîşeyên hindûrî û rast vekirina kêmasîyan û karakirina Perlemanê bi awayekê ku bibe cihê mitmane û bawerîya hemû gelê Kurdistanê.

Nîçîrvan barzanî amaje bi wê yekê jî kir ku danûstandinên di navbera Partîya Dîmukrtaîya Kurdistanê û Yekêtîya Nîştîmanîya Kurdistanê, cihê ûmêdê ne, di vî bwarî de. Hêvî jî xwazt ku danustan û daiştinên alîyê sîyasî bi aramanca çareserkirina arîşeyan dest pê bikeve.

Nîçîravan Barzanî li ser tengijeya Darayîya Herêma Kurdistanê, got: Gelek sûpasîya xweragirîya xelkê Kurdistanê bi giştî û fermanberan bi taybetî dikim, em dizanîn tengije geleka girane, kar kirîye ser qûta rojaneya hemû melekê, ev xweragirî cihê rêz û pêzanînêye.

Li ser şerrê Daişê li Kurdistanê serokê hikumetê got: Daişê mergesateka mezin li gel xwe hîna, hovînî û dirindeyîya Daişê li Kurdistanê gelek mezin bû, nemze jî komkûjîya Kurdên êzdî û revandina xûşk û daykên Kurdên Êzdî û wêrankirina Kobanê.

Bo zanîna zêdtir li ser gotara Nêçîravn Barzanî û mijarên behskirî û hilwêsta hikumetê li hembr pisên hindûrî û derekî, vîdyo ya xwarê binere û guhdarî bike.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/e089ed7a-2402-47cb-bcd4-c8fb75985cbd/vtari%20nechirwan%20barzani.ism/manifest