Berhem Salih: Bila berpirsên Kurd û Îraqê danûstandinan bike.
Berhem Salih, serokê borda zanokya Emerîkayî li Silêmanîyê ragehand, ev dîdare bibe ciheka baş daku berpirsên Kurd û Îraqê danûstandineka rûhin û rûbirû li gel hev bikin, heya çareserîya wan arîşeyan bikin ku niha hevrûşî me bûne.
K24- Hewlêr:
Berhem Salih, serokê borda zanokya Emerîkayî li Silêmanîyê ragehand, ev dîdare bibe ciheka baş daku berpirsên Kurd û Îraqê danûstandineka rûhin û rûbirû li gel hev bikin, heya çareserîya wan arîşeyan bikin ku niha hevrûşî me bûne.
Di gotara vekirina çaremîn dîdara zankoya Emerîkayî li Silêmanîyê ragehand: hîvîdarîn ev dîdar bibe ciheka baş daku berpirsên Kurd û Îraqê danûstandineka rûhin rûbirû li gel hevdû bikin ji bo ku çareserîya wan arîşeyan bikin ku niha hevrûşê me dibin, ez piştrastim ku dikarîn bi hev re wan çareser bikin.
Ragehand jî: Ev çaremîn kombûne, xweşhalim ku hinek mihvanan bo cara yekê ye pişikdarîyê dikin, evro di demekê de ku dîdara Silêmanîyê bi rêve diçe, bîrewerîya 28 salîya kîmyabarana Helebc dikin ku Sedam Husênî encamda û 5000 hezar kesan canê xwe ji dest dan.
Got jî: Divê em gelek huşyar bîn û rîz li mafên xelkê li deverê bigirîn, terorist û tundrew nekarin zîyanê bigehînin ayndeyên me, ev jî ne sanahîye , me çend milmilanêyek li ber destin ku milmilanêya hindûrî û derekîne. Divê em hemû bi yek dest, bi yek helwîst bikarîn çareserîya tengijeyên sîyasî û abûrî bikin. Herweha divê çareserîya hemû wan arîşeyan bikin ku li Îraqê hene. Me ti hilbijatinên din nîne, divê em hemû bi hev re bîn li dijî tundrewan.
Her di gotar xwe de Berhem Salih amaje bi wê yekê kir: Hêzên Pêşmerge bi kharîkarîya supayê Îraqê li gel Heşda Şeibî bi harîkarîya nêvdewletî bi serokatîya Emerîkayê, dikarin Daişê ji reh ve ji alîyê serbazî ve biderxînin, lê dive ji alîyê hizrî ve jî berengarî wan bibin.