Birêt Makgorg: Piştî 28 salan dûbare Daişê çekê kîmyayî li dijî Kurd bikar hîna.
Birêt Makgorg, nwênerê taybetîyê, Barak Obama, serokê Emerîkayê li Hevpeymanîya Nêvdewletî li dijî Daişê, li Dîdara Silêmanîyê, ragehand, piştî 28 salan careka dî Daişê çekên kîmyayî li dijî Kurd bi karhîna.
K24- Silêmanî:

Birêt Makgorg raghand: Li salvegera kîmyabarana Helebceyê, min dive serxweşîya xwe hikumeta Emerîkayê bigehînim xelkê Kurdistanê û bajarê Helebce.
Birêt Makgorg got jî: Divê em gelek und bîn, me agah ji ayîndeya xwe hebe. Wek Berhem Salih got, piştî 28 salan dûbare Daişê çekê kîmyayî li dijî Kurd bikar hîna, lew ev daxwwazê ji me dike bi hev re bi yek det dijî Daişê rawestîn.
Li ser hêza Pêşmergeyên Kurdistanê, Birêt Makgorg got: hêzên Pêşmergey bi hezaran kîlometir ji destên Daişê rizgarkirine. Pêşmergeyên qehreman ku niha li xîça pêşve ye ji berevanîyê, sûpas û pêzanîna me heye bo qurbanîyên Pêşmergeyan.
Birêt Makgorg got jî: Dikarim bêjim niha rewş gelek li berjewendîya hêzên dijî Daişê ne, dûbare dibêjim, pêşmergey dê rol hebe li kontirol vekirina Mûsilê.