PAK: Birîna Helebceyê bi serxwebûnê tê derman kirin
Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), li Diyarbekirê komkujiya Helebceyê bibîr anî û ragihand ku dê bibrîna Komkujiya Helebceyê bi serxwebûna Başûrê Kurdistanê bê derman kirin.
K24 - Diyarbekir
Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), li Diyarbekirê komkujiya Helebceyê bibîr anî û ragihand ku dê bibrîna Komkujiya Helebceyê bi serxwebûna Başûrê Kurdistanê bê derman kirin.
Hat bibîrxistin ku li Helebceyê di 16ê Adara 1988an de, li dijî Kurdan komkujî hatiye kirin û daxwaz ji hemû Kurdên cihanê hat kirin ku ji bo, ev komkujî li cihanê wek jenosîd bê nasîn hewl û xebatan bikin.
Di daxuayniyê de wiha hat gotin: “Başûrê Kurdistanê ber bi serxwebûnê ve diçe, li Rojavayê Kurdistanê pêdivî bi yekhelwêstî heye ji bo bidestxistina statuya federasyonê û li Bakurê Kurdistanê jî şer û alozî xeteriyên mezin li ser hemû aliyên civakê dike.
Hat tekezkirin ku dewleta Tirk, nêzîkî sed sal e, bi kuştin û zordestiyê nikaribûye doza azadiya Kurd û Kurdistanê biçewisîne û bi rêyên diyalog û danûstandinê li çareseriya pirsa Kurd bigere. Bang li PKKê jî hat kirin ku dest ji siyaseta bi çekdarî û rêvbiriyên xweser û vedana xendekan berde û bi vî awayî zirarên mezin dide gelê Kurd û welat jî.
