Hilwîsta partîyên Îslamî li ser piştgîrîya Îsrayîlê bo serxwebûna Kurdistanê.
Partîyên Îslamîyên Başaûra Kurdistanê, liser hilwîsta wezîrê berevanîya Îsrayîlê li piştîvanîkirina ragehandina Dewleta Kurdistanê, nerînên cuda hene û birayaderê Civata serkirdatîya Komeleya Îslamî ev hilwîsta Îsrayîlê bi mujamele sîyasî dizane û Yekgirtû û Bizava Îslamî jî her piştîvanîyeka nêvdesletî ji her kes û dewletekê ve be, em bi pêdivî dizanîn.
K24- Hewlêr:

Îsrayîl berî hemû dewletên Erebî û Îslamî, berdewam piştîvanîya serxwebûna Dewleta Kurdistanê dike. Evê jî li Başûra Kurdistanê nerîn cûda jê çê dibin, nemaze di nav partîyên Îslamî de.
Yekgirtûya Îslamî, nerîna wê wehaye ku divîya welatên Erebî, berî Îsrayîl û welatên rojava, piştîvanîya dewleta serbixweya Kurdan bikiriban.
Komeleya Îslamî ku nerînên wî ji Yekgirtû û Bizavê cûdaye li serserxwebûna Kurdisatanê. Birayrderê Civata serkirdatîya ewê partîyê, weha dibîne ku hilwîsta Îsrayîlê( Mujameleya siyasîye) û hokarek dibe bo têkçûna peywendîyên Hewlêr û welatên deverê.
Bizava Îslamî her core piştîvanîyekê ku ji Îsrayîlê yan ji welatên din ve hebe bo serxwebûna Kurdistanê, bo pêdivî dizane, hokar jî dibe bo piştîvanîya nêvdewletî bo ragehandina serxwbûna kurdistanê.
Li gel nêzîk vebûna dawîya sed salîya rêkkevtinnameya Saykis piko, axivtin li ser darijtineve ya sinûrên Rojahilata Navîn dikin bi taybetî Îraq û Sûryayê.
Moşê Yealûn wezîrê berevanîya Îsrayîlê aşkera kir, welatê wî piştîvanîya serxwebûna Kurdistanê dike wek alavek bo tenahê û akincîya Rojholata Navîn.