Barzanî: Egera encama rifranomê, Belê be, em serxwebûnê dê ragehînin.

Serokê Herêma Kurdistanê ragehand, Eger rifrandom, bi belê be, em serxwebûnê dê ragehînin.

K24- Hewlêr:

Serokê Herêma Kurdistanê ragehand, Eger rifrandom, bi belê be, em serxwebûnê dê ragehînin.

Di dîdarekê de li gel kenala Sikay Niyûz a Erebî û li bernameya (biserahe- biraşkayî) ku ji alîyê rojnamevana navdara Suryayî, Zîne Yazcî dihê pêşkeş kirin, serokê Herêma kurdistanê ragehand, Bexda rîz li maf û xwaztên Kurd nagire û me jî nevê çi yê din ser bi Bexdayê ve bîn. Çunku piştî 2003yê, ezmûna Bexdayê, ezmûneka şikestxor bûye.

Serokê Herêma Kurdistanê li ser îtarfkirinê bi Dewleta Kurdî, ji alîyê civaka nêvdewlwtî ve, got: Gelek welat piştîvanîya Dewleta Kurdî dikin, belê renge nevên bi aşkera biderbirrin,  hinek welat jî bi taybetî welatên Ewrûpayê, dijî dewleta Kurdî nine, lê wan nerînên cûda hene li ser dema ragehandina wê.

Li ser hilwîsta Emerîkayê got: Hemû alîyek daxwaza yekparçeyî ya axa Îraqê dikin, belê niha Îraq ya pişikbûyî ye û em jî neberpirsîn ji vê pişikbûnê, li dawîyê jî birayara serxwebûna Kurd, bo gelê Kurd diveger û gerêdayî wî ye.

Barzanî got jî: Ez amademe piştîvanîyta Her kes bikim ku Dewleta Kurdî biragehêne. Ew nerîn jî, ji rastîyê dûrin ku ji bona vemanê di desthilatê de, ez behsê evê pirsê bikim. Bawer nakim jî, hîç kes û alîyek ji Kurdistanê li dijî dewleta Kurdî biraweste.

Li ser berngarîkirna gendelîyê, serokê Herêma Kurdistanê, got:  Her bi wê germ û gûrîya şerrê Daişê, berengarîya gendelîyê dê bikin,  di vê bwarê de, hemû rêkaran dixin pêşîya xwe û me çend alîyek jî raspartine bo destpêkirina ewê çaksazîyê.

Li ser Rojavaya Kurdistanê, serokê Herêma Kurdistanê, got: Cihê daxêye hêz û alîyên Rojavaya Kurdistanê, hevgirtî nine û wan gelek arişe hene, bi egera wan nakokîyan hind nemaye destkevtinê xwe ji dest bidin. Çunku wan ne rêkkevtin li gel rijêma Surayê heye û ne li gel Opizisyûnê. Hîç alîyek jî ji van îtirafê bi gelê Kurd nakin.

Herweha got: Ew rewşa niha li Rojava ya Kurdistanê Heye, demkîye û dê bihê guhertin, eger Surya bikare hemû Surayê cerka din bixe jêr destên xwe, erê ev rewş dê bi vî awayî bimîne?

 Di wî demî de kar dê bi çi rêkkevtineka di navebera Suryayê û PYDyê dike, her bi wî awayî jî li gel Opbizisyûnê.

Got jî: Ez gelek nîgeranim li ser ayînde ya Kurd li Rojavaya Kurdistanê.

Li se hilwîsta Rosyayê beranber bi Kurd, li Rojavaya Kurdistanê, got: Rosya welatekê mezine û bandoreka mezin heye li ser deverê. Dema min bihîstî  ku wezîrê derveyê Rosyaê, Sêrgî lavrov, piştîvanîya fidralîyê dike li Sûrayê, bi min hilwîsteka baş bû, lê ez nizanim daxo tenê bo ragehandinane yan jî ew hilwîst rastekî û ciddîye.

Li ser rewşa Bakûra Kurdistanê jî, Barzanî got: Têkçûna piroseya aştîyê li Turkîyayê, hikumeta Turkîyayê û PKK jê berpirsin, me hemû hewlên xwe dan bo çareserkirineka sîyasî bo pirsa Kurd li Turkîyayê, lê cihê daxêye rewşa gehişt ewa niha heye.

Serokê Herêma Kurdistanê peqînên Enqereyê şermezar kir û got: Ez dijî karê tîroristîme li her ciheka cîhanê hebe.

 Li ser posta serokatîya Herêma Kurdistanê, Barzanî got: Rîzê li ra û nerînên hemû hevwelatîyên Herêma Kurdistanl digirm çawa hizir dike û çi dibêje, hemû demekê ez amade bûme û min bi partîyên din re jî gotîye, kesek din danin yan jî hilbijartinê encam bidin.

Barzanî poşmanîya xwe jî ragehand ku di dema xwe de posta serokê Herêma Kurdistanê qibûl kiîye.

Li ser azadkirina Mûsil û pişikdarîya Heşda Şeibî, got: Azadkirina Mûsilê, pirseka sîyasîye, dûv re serbazîye,  Mûsil, ji devrên di cûdaye, ew pirose ne tenê azadkirina hindûra  bajarîye, ew hêzên pişikdarîyê têde dikin bi tayebet nava bajarê Mûsilê, pêdivîye rêkkevtin di navbera wan de hebe.

Li ser arîşeyên di navebra Şîe û Sûnneyan li Îraqê, Barzanî got: Bi xuyayî dibêjim, em alîgirîya hîç kesekî nakin û em ji herdû alîyan nêzîkin, hem ji Sûnneyan û hem ji Şîeyan.

Li ser rola welatên herêmê Jî, nemaze Îran û Turkîyayê, got: Herdû welatan rol û berjewendîyên xwe hene, lê em nabin pişkek ji milmilanîya evan welatên herêmî.