Mesrûr Barzanî: Projeya geştiyariyê ya Geliyê Zaxoyê ya herî mezin e li ser asta Iraqê

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 25ê Cotmeha 2026an, di merasîma danîna kevirê bingehîn ê projeya geştiyariyê ya Geliyê Zaxoyê de; gotarek pêşkêş kir.
Beşek ji axaftina Serokwezîr Mesrûr Barzanî:

Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan

Xwişk û birayên hêja,

Amadebûyên qedirgiran,

Hûn hemû gelekî bi xêr hatin ser çavan.

Gelekî kêfxweş im ku îro ligel we beşdar im di danîna kevirê bingehîn ê projeyeke geştiyariyê ya stratejîk de, ku li ser asta Herêma Kurdistanê û tevahiya Iraqê mînak e û mezintirîn proje ye. Bi germî xêrhatina we hemûyan dikim û gelekî dilxweş im ku em îro kevirê bingehîn ê vê projeyê datînin.

Ez piştrast im piştî temambûna vê projeyê, dê bibe sedema geşepêdana zêdetir a kerta geştiyariyê li devera Badînanê û li Herêma Kurdistanê bi awayekî giştî. Destxweşiyê li kompaniya Marmontana û birayê hêja Hacî Saman dikim bo vî karê baş ê ku encam daye. Herwiha destxweşiyê li Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê dikim bo wan hêsankariyên ku pêşkêş kirine û bo hevkariya wan a di kişandina veberhêneran de bo sînorê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê.

Destxweşiyê li xelkê Zaxoyê dikim ji bo piştgiriya wan a berdewam û ji bo wê hezkirina ku nîşanî jîngeha xwe, bajarê xwe û welatê xwe dane; bi rastî ev yek cihê destxweşî û serbilindiyê ye.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di çarçoveya karnasî û bernameya xebata xwe de, bi hevkariya kerta taybet giringî û bayexeke mezin daye kerta geştiyariyê. Ev yek jî di çarçoveya siyaseta kabîneya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ye daku aboriya Herêma Kurdistanê pirreng be û jêderên dahatê li Herêma Kurdistanê zêdetir bibin.

Herêma Kurdistanê û bi taybetî devera Badînanê, ji aliyê geştiyariyê ve xwedî gelek cihên xweş û ciwan e û pêgeheke giring heye; ev herêm hêjayî wê yekê ye û derfetên gelekî baş hene daku bikaribe bibe yek ji jêderên girîng ên dahatê li ser asta Herêma Kurdistanê. Her wiha gelek derfetên kar jî bo xelkê me û ciwanên me peyda bike.

Kurdistan xwediyê sirûşteke gelekî ciwan û dilrevîn e. Berê, vê biharê jî gava ez hatim Zaxoyê, min serdana gelek ji wan cihên geştiyariyê kir; bi rastî cihên gelekî bedew û xweş lê hene. Ya ji hemûyan dilxweştir, bawer bikin min li qeraxên rêyan ti çop û zibil nedît, ev yek cihê destxweşiyê ye.

Hêvîdar im xelkê me sûdê ji van projeyên geştiyariyê werbigire; her wiha dema mêvan jî tên vir, qedrê mêvanan bigirin û em daxwaz dikin ku ew jî di van projeyan de rêzê li jîngeha Herêma Kurdistanê bigirin, da ku em bikaribin bi hev re gavên baştir bo pêşxistina aboriya Herêma Kurdistanê, bi taybetî li vê deverê bavêjin.

Di serdemên borî de mixabin gelek ziyan gihîşt sirûşta Kurdistanê, gelek gundên me hatin xapûrkirin û wêrankirin. Heta niha jî ji ber alozî, şer, pevçûn û nebûna aramî û asayîşê li hin xalên sînorî, me hîn nekarîye wan cihan ava bikin. Hêviya me ew e ku di zûtirîn dem de aramî û seqamgirî bo wan cihan jî vegere û ew der jî careke din bibin beşek ji projeyên geştiyariyê li sînorê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê.

Ji bilî ku Kurdistan xwedî sirûşteke gelekî ciwan e, ji aliyê dîrokî ve jî li seranserî Herêma Kurdistanê xwedî gelek cihên dîrokî û balkêş e. Li Dihok, Zaxo, Amêdî, Akrê, Sêmêl, Berdereş û li hemû cihan, li devera Badînanê bi giştî; herwiha li Hewlêr, Soran, Riwandiz, Şikefta Şanederê, Kela Hewlêrê û gelek cihên din ên dîrokî hene ku xelk dikare serdana wan bike û mifahê jê werbigire. Piştre li devera Germiyan, Silêmanî, Raniye û Qeladizê jî gelek şûnwarên dîrokî hene ku welatî dikarin serdana wan bikin. Ji bilî şûnwarên dîrokî, gelek cihên pîroz û olî jî hene wekî mizgeft, dêr û perestgehan, ku ev jî dibin sedem ku hejmareke zêde ya xelkê ji derve û ji navxweyê Herêma Kurdistanê berê xwe bidin van deran.

Ji ber vê yekê, Kurdistan amade ye ku girîngiyeke zêdetir bide kerta geştûguzariyê. Çiqas ev proje zêdetir bên cîbicîkirin, ew qas derfetên kar bo xelkê me zêdetir peyda dibin û dikarin asta jiyana xwe baştir bikin û kalîteya pêşkêşkirina xizmetguzariyan bilindtir bibin. Li ser milê hikûmetê jî erk e ku zêdetir hevkariyê bike, di dayîna mohletan û alîkariya van projeyan de hêsankariyan bike; her wiha eger projeyên hevbeş jî hebin, çi pêwîst bike dê hikûmet piştevan be da ku em girîngiyê bidin pirrengkirina aboriya Herêma Kurdistanê.

Di gelek waran de hikûmetê hêsankarî kiriye; bi taybetî di çêkirina rêûbanan de yan jî zêdekirina xizmetguzariyên dîjîtal de, hem ji bo damezrandina kompaniyan û hem jî bo xizmetguzariyên rojane yên xelkê dema ku dixwazin karûbarên xwe bi rê ve bibin. Ev xizmetguzariyên dîjîtal dê gelekî bibin alîkar da ku kompanî di zûtirîn dem de karên xwe biqedînin û xelk jî sûdê ji leza xizmetguzariyên dîjîtal werbigire.

Di dawiyê de daxwaza min ji hemû welatî û geştiyarên ku berê xwe didin vir ew e ku rêzê li sirûşta Herêma Kurdistanê bigirin, rêzê li van projeyan bigirin û paqijiyê biparêzin. Ji bo me Herêma Kurdistanê, ji bilî ku paqijî sirûşta wê xweşiktir dike, her bihusteke axa me pîroz e; ji ber ku xizmet, xebat û kedeke gelekî mezin jê re hatiye dayîn, xwîna şehîdên me ji bo parastina wê rijiya ye. Ji ber vê yekê, paqijragirtina axa me û welatê me erkek e, û ez hêvî dikim hemû kes vî erkî bi cih bîne û sirûşta xwe paqij ragire, înşallah hûn her tim silamet bin.

Ji bo navê vê projeyê jî ez pêşniyarekê dikim: Heke kesek xelkê Zaxoyê be hûn jê re dibêjin "Zaxolî ye"... Ev der jî Geliyê Zaxoyê ye, yan jî bi îngilîzî dibe "Zakho Valley", yanî heke hûn tevahiyê bikin "Zaxolî" (Zakholly), li gorî dîtina min heke bi dilê we jî be dê bibe navekî gelekî guncaw. Înşallah hûn her tim serkeftî bin û Kurdistan jî her tim ava be. Gelek spas.