Barzanî: Pêşmergey dê roleka giring hebe li rizgarkirina Mûsilê.
Demekê berî niha kombûna serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Fîlîp Hamon, wezîrê derveyê Birîtanîya bidawî hat û di kongireyeka rojanmevanîya hevpişik de, behsê armanca serdana wezîrê derveyê Birîtanîya bo Herêma Kurdistanê û kombûna wî li gel Barzanî kirin.
K24-Hewlêr:
Demekê berî niha kombûna serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Fîlîp Hamon, wezîrê derveyê Birîtanîya bidawî hat û di kongireyeka rojanmevanîya hevpişik de, behsê armanca serdana wezîrê derveyê Birîtanîya bo Herêma Kurdistanê û kombûna wî li gel Barzanî kirin.
Di destpêka kongireya rojnamevanî de, Mesûd Barzanî, serokê Herêma Kurdistanê, bi xêrhatina Fîlîp Hamon, wezîrê derveyê Birîtanîya kir û ragehand: Hetina cenabê hewe nîşaneya wê yekêye ku Birîtanîya bi peroşe bo rewşa Îraqê bi giştî û Herêma Kurdistanê bi Taybetî, delîveyeka bi beha bû daku li gel cenabê we hemû hizr û bîr û rayan bi hev re veguherîn li ser rewşa deverê û li ser peywendîyê dû alî, em bi rêz û pêzanîn ve li serdana te dinerîn.
Dûv re Fîlîp Hamond got: Gelek supas cenabê serok bo evê bixêrhatina ku hewe arasteya me kirî, meheka dî bîrewerîya 25 salîya piroseya arama sala 1991 ya Herêma Kurdistanê dikin ku Birîtanîyayê rolek mezin hebû ji paraztina Herêma Kurdistanê, şerefmendîn ku ji wê demê ve heya niha ew dostanîya me ber bi pêşve diçe û zêdetir jî dibe.
Got jî: Em xweşhalîn bi wê yekê ku qeboyên hevrûşî Îraqê û deverê dibin li gel serkirdatîya Kurdistanê behis bikin, gelek xuya aşkeraye li şerrê dijî Daişê serkevtinên mezin bi des hatine û Daiş di têkşikandinê de ye, ev jî bo qehremanî, azayî û lêbûrdeyîya hêzên Pêşmerge divegere, ku rolek serekî heye li şikesthatina Daişê.
Wezîrê derveyê Birîtanîya got jî: Raste hêj Daiş bi dûmahî nehatîye, lê em bi bawerîn ku Daiş li Îraqê bi dûmahî dê bihê, niha dijminek nû heye ku dakevtina nirxa petrolêye, bo berengarbûna evê dijminê nû divê her bi wê hewl û arasteyê û ji xwebûrdeyê be, dakû berengarî evê tengijeyê bibin.
Ragehand jî: Bi nerîna me dive çaksazîya abûrî bihê encamdan daku rewşeka nû durist bibe,giringîya evê pirogramê hindî şikeshînan Daişê giringe. Lew cenabê serok, em hewe diltanah dikin ku me çawa li şerrê Daişê harîkarê hewe bûyîn û pabend bûyîn bi dostînya xwe li gel hewe, weha jî di vê mijarê de dê harîkarê hewe bin daku bi hev re berengarî tengijeya abûrî bibin.
Di pişkeka dîya axivtinên xwe Fîlîp Hamond got: Em dê berdewam bibin li ser ewa di bwarê serbazî de didin herêma Kurdistanê, li bwarê meşqê em şîyane meşqê bi 3 hezar pêşmegeyan bikin, herweha meşqê bi wan yekeyan bikin ewên hevrûşî teqmenîyan û bombên çandî dibin. Evro dê serdana pişkekê ji wan yekeyan dikin. Em dê berdewam bin li ser pêdivîyên ku bo hêzên Pêşmerge di giringin. Lê ewa ji hemûyan giringtir ewe em çawa berengarî evê tengijeya abûrî bibin, çunku bo me girine abûrîya Kurdistanê hind bi hêz bi hêzkirin ku bikare ew bi xwe bikare harîkarîya pêdivîyên şerr û Pêşmergey bike.
Li ser giringîya pişikdarîya Hêza Pêşmerge li rizgarkirina Mûsilê Mesûd Barzanî, serokê Serêma Kurdistanê got: Heya Daiş li Mûsil be em nekarîn bibêjîn, Herêm di aramî û asayîşê de ye, hergav hebûna Daişê li Mûsilê gefeka ciddî bûye li ser Herêma Kurdistanê. Heya Daiş li Mûsilê têk neşkê, neşêyîn bibêjîn Daiş hevrûşî şikestê bûye, lew Pêşmerge dê rolek giring hebe li rizgarkirina Mûsilê. Belê ji hemûyê giringtir ew ku berî rizgarkirina Mûsilê dive hemû alî rêk bikevin li ser çawanîya rêvebirina Mûsilê li piştî rizgarkirina wê.