Salim Mislet: Federalîzm bo Sûriyê tiştekî navxweyî ye

Endamekî opozîsyona Sûriyê li Cenêvê dibêje, federalîzm bo Sûriyê tiştekî navxweyî ye û biryara wê bi dest gelê Sûriyê de ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamekî opozîsyona Sûriyê li Cenêvê dibêje, federalîzm bo Sûriyê tiştekî navxweyî ye û biryara wê bi dest gelê Sûriyê de ye.

Berdevkê Desteya Bilind yê daûstandinan yê opozîsyona Sûriyê Salim Mislet ji K24ê re ragihand, federalîzm bo Sûriyê tiştekî navxweyî ye û biryara wê bi dest gelê Sûriyê de ye. Herwiha ev mijar girêdayî şêweya Sûriyeya pêşerojê ye û gelê Sûriyê bi giştî bi tenê mafê wî heye ku biryarê li ser bide.

Desteya Damêzrêner ya Herêma Rojava û Bakurê Sûriyê li Rimêlanê ya Rojavayê Kurdistanê, sîstema federalîzmê bo Roja û Bakurê Sûriyê ragihand.

Mislet derbarê danûstandinên aştiyê li Cenêvê de got: “Em li Cenêvê ne bo gotûbêjkirina proseya Sûriyê li asta navdewletî û qonaxa veguhêz, ti girêdan pirsa federalîzmê bi danûstandinên Cenêvê nîne, ew tişt dê gelê Sûriyê biryarê li ser bide.”