Li Nisêbînê polîsekî canê xwe ji dest da û 3 jî birîndar bûn

Li Nisêbînê, di pevçûnên navbera Yekîneyên Parastina Sivîl û hêzên ewlekariyê de polîsekî canê xwe ji dest da û 3 polîs jî birîndar bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Nisêbînê, di pevçûnên navbera Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) û hêzên ewlekariyê de polîsekî canê xwe ji dest da û 3 polîs jî birîndar bûn.

Piştî ragehandina qedexeya derketina derve, li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê pevçûnên dijwar rû didin. Îro, bombeyên ku berê hatibûn bicihkirin, di otombêlek zirxî ya polîsan de hate teqandin. Li gorî agahiyên destpêkê polîsekî canê xwe ji dest da û 2 polîs jî birîndar bûn.

Her wiha li navçeya Gever ya Colemêrgê, Rezana Diyarbekirê û navenda Şirnexê jî qedexeya derketina derve berdewam dike. Tankên ku li dor Şirnex û Geverê hatine bicihkirin, navçeyê topbaran dikin.