Bo fisharxistine ser Kurd, Bexdayê şandina petrola Kerkûkê ragirt.

Belavoka (Îraq Oil Repot) belavkirîye, bo fişarxistine ser Kurd, hikumeta Îraqê şandina petrola Kerkûkê tagirtîye.

K24- Hewlêr:

Belavoka (Îraq Oil Repot) belavkirîye, bo fişarxistine ser Kurd, hikumeta Îraqê şandina petrola Kerkûkê tagirtîye.

Belavoka (Îraq Oil Repot) ji zimanê Adil Ebdulmehdî, wezîrê petrola Îraqê veguhaztîye, gotîye: Bo fişarkirine ser dest desthilatdarên xwecêyî heya danûstandinan dest pê bikeve  li ser pişikkirina dahatên petrolê, hikumeta Îraqê şandina petrpla Kerkûkê bi rêya hikumeta Herêma kurdistanê ragirt.

Di heftîya bûrî de sê jêderan bi royterzê re ragehandine ku Kompanya ya Petrola Bakûra ser bi hikumeta Îraqê ve, şandina petrola xava Kerkûkê ragirtîye bi rêya  xîça borîyên Herêma Kurdistanê ber bi bendera cîhana Turkîyayê.

Bi şêweyeka asayî Kompanîya Petrola Bakûr, rojane 150 hezar bermîlên petrolê bi rêya borîyên xîça borîyên Herêma Kurdistan  diveguhazt bo bendera Cîhana Turkîyayê.

Ev xîça borîyan , petrola herêma Kurdistanê jî diveguhêze ku bi awayek ser bi xse bi xwe ji hikumeta Îraqê, ewê petrolê difiroşe.