Îraqê destkir bi opirasyûna rizgarkirina rojavaya Enbarê.
Fermandeyê opirsyûna hevpişika supayê Îraqê, evro Sêşembîyê ragehand: Opirasyûna raizagrkirina deverên rojavaya parêzgeha Enbarê ji destên Daişê.
K24- Hewlêr:
Fermandeyê opirsyûna hevpişika supayê Îraqê, evro Sêşembîyê ragehand: Opirasyûna raizagrkirina deverên rojavaya parêzgeha Enbarê ji destên Daişê.
Fermandarê opirasyûna hevpişka supayê Îraqê di ragehandinekê de, got: Demjmêr 6ê sipêdeya evro, hêzên çekdarên Îraqê, Heşda Şeibî, hêzên asmanîyên Îraqê û firokeyên hevpeyamanên nêvdewletî, opirasyûna rizgarkirina deverên rojavaya Enbarê ji bin destên çekdarên Daişê dest pêkir.
Hevdem serokê Civata Parêzgeha Enbarê, Sebah Kerhut ragehand: Opirasyûna rizgarkirina bajarokê Hît û gundê Kubêse(70Km li rojavaya Rûmadî) sipêdya Evro destpêkir, bi piştevanîya firokeyên Hevpeymanîya Nêvdewletî û hêzên asmanîyên Îraqê.
Sebah Kerhut got jî: Hêzên asayîşê û çekdarên hozzan li serbazgeha (Eyn Esed) ber bi navenda bajarokê û gundê Kubeyse pêşrewî kirine.
Ev di demekê de ye, çand bajar û bajarokên dîyarên parêzgeha Enbarê hêj li bin destên çekdarên Daişê mane, herçendê li meha bûrî,Daişê Bajarê Rûmadî, navenda parêzgarê Enbarê ji dest da û supayê Îraqê Daiş naçar kir ber bi deverên din yên parêzgehê vekişe.