Topbarana li ser taxa Şêx Meqsûd a berdewam e
Rewangehê da zanîn ku, ji destpêka sala 2016an ve heta niha 200 mal di encama topbarankirinê de, wêranbûne, bi dehan welatiyên sivîl jî hatine kuştin.
K24-Navenda Nûçeyan
Tobarankirina taxa Şêx Meqsûd a Kurdan li bajarê Helebê ji aliyê Cebhet El-Nûsrayê û Ehrar El-Şam berdewame, di encama de duh, 4 kesên sivîl canê xwe ji dest dan.
Derbarê kuştiya wan sivîlan de, Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan daxuyaniyek belav kir, tê de wiha got: "Di encama toparankirina taxa Şêx Meqsûd li bajarê Helebê ji aliyên grûpên ser bi opozîsyona Sûriyê wekî Ehrar El-Şam û Cebeht el-Nûsrayê 4 welatiyên sivîl canê xwe ji dest dan û 8 kesên din jî birîndar bûn."
Rewangehê da zanîn ku, ji destpêka sala 2016an ve heta niha 200 mal di encama topbarankirinê de, wêranbûne, bi dehan welatiyên sivîl jî hatine kuştin.