Kompanya yên petrolê li Kurdistanê zîyan berkevtine
Bi egera dakevtina nirxa petrolê û nebûna dahatê ji alîyê hikumeta Herêma Kurdistanê bo dana pereyên kompanyayên petrolê, ew kompnya li jêr metirsîyê de ne.
K24- Hewlêr:
Bi egera dakevtina nirxa petrolê û nebûna dahatê ji alîyê hikumeta Herêma Kurdistanê bo dana pereyên kompanyayên petrolê, ew kompnya li jêr metirsîyê de ne.
Li gor raporteka rojnameya Telegrafa Birîtanîya, Golf Kî Ston, hevrûşî zîyaneka mezin bûye û dahata wê 51 milyon dolar kort hînaye, behayê pişkên wê heftîya bûrî ji 3% kêmkirine.
Herweha Genel Ênêrcî yeke ji wan kompanyayên ku zîyan berkevtîye, behayêpişkên wê bi rêjeya 40% kêm kirîye. Pêşbînî dihê kirin ku yek mlyar û 200 milyon dolaran zîyan pê bikeve.
Bi egera dakevrtina nirxa petrolê, kompanyayên cîhanîyên petrolê hevrûşî zîyanên mezin bûne bi wê egerê gelek pempên petrolê li Emerîkayê ji kar kevtine.
Abûrînas, egerên bilindbûn û dakevtina nirxa petrolê bo nebûna bê bawerîyê bi bazarî û berhemhînana zêde ji pêdivîya petrolê di baran de divegerînin.