Emîne Osê: Di federalzîmê de me Kurdistaniya xwe parastiye
Cîgirê Serokê Desteya Derve ya Kantona Cizîrê dibêje, “Kesên ku dibêjin me kurdeyatiya xwe neparastiye, bila belgeya siyasî ya sîstema Rojava û Bakurê Sûriyê baş bixwînin.”
K24 – Navenda Nûçeyan
Cîgirê Serokê Desteya Derve ya Kantona Cizîrê dibêje, “Kesên ku dibêjin me kurdeyatiya xwe neparastiye, bila belgeya siyasî ya sîstema Rojava û Bakurê Sûriyê baş bixwînin.”
Cîgirê Serokê Desteya Derve ya Kantona Cizîrê Emîne Osê, ji bultena “Êvarname” ya K24ê re ragihand, ji demeke dirêj de goftûgo li ser sîstemeke nû bo rêvebirina Rojava û bakurê Sûriyê, encamê di 16 û 17ê Adarê bi amadebûna hemû pêkhateyên Kurd, Ereb, Siryan, Aşûrî û Tirkmen civînek birêve çû, li dawiyê gihêştin rêveberiya Rojava û Bakurê Sûriyê bi awayekî demokratîk û federal.”
Osê amaje kir û got: “Dibe ku ev sîstema nû ji aliyê gelek welatên herêmê û navdewletî ve neye qebûlkirin, lê ne jixwe ve em çûn sîstemekî wisa bo rêvebirina Rojava û bakurê Sûriyê, di van şeş salan de ezmûnekî gelê Kurd çê bû, di şeş salan de, gelek kuştin, wêrankirin û penabertî çê bû û tenê ezmûna Rojavayê Kurdistanê û Rêveberiya Xweser ya serkeftî bû, vê yekê jî hêşt ku em vê rêvebertiyê berfereh bikin.”
Osê got jî: “Me di belgeya vê sîstemê de, hem Kurdistanî û hem jî Sûriyebûna xwe diyar kiriye, hemû pêkhateyên amade bûbûn jî, ev yek qebûl kirine. Ji aliyekî din jî sîstema nû ne li ser bingeha netewî û olî ye.”
Derbarê pirsa ku çawa Kurdeyatiya xwe di federalîzmê de parastiye, Osê got: “Kesên ku dibêjin me kurdeyatiya xwe neparastiye, bila belgeya siyasî ya sîstema Rojava û Bakurê Sûriyê baş bixwînin, ku di gelek cihan de nîşan bi gelê Kurd û Kurdistaniya wan hatiye kirin.”
Osê derbarê ku Rûsyayê ev sîstem pêşniyar kiriye bo li dijî Tirkiyê be, got: “Me ti deng ji perdeyan de wernegirtine heta me ev system ragihandiye, di baweriya me de tenê ev system dikare gelê Sûriyê biparêze. Heger hemû hêzên navdewletî dibêjin vîna gelê Sûriyê girîng e, em jî gelê Sûrî ne û me biryara xwe daye.”
Derbarê ku hêzên navdewletî li vê sîstemê mukur nehatiye de, Osê got: “Ev mijareke têkoşînê ye, dema ev system di demên pêş de cihê xwe bigire, ev hêzên navdewletî dê bibînin ku ev baştrirîn çareserî ye.”
Hat ragihandin ku, alîgirên Partiya Beis li Hesekê dê xwepêşandanekê li dijî vê sîstemê bikin, Osê jî vê derbarê de got: “Wê ti rêdan neyin dayîn bo van xwepêşandanan, gelê Kurd jî dê tedbîrên xwe li dijî kiryarên ku li dijî berjewendiya vê sîstemê derkevin, bigire.”