Emerîka hijmara serbazên xwe li Îraqê zêde dike.

Wezîrê berevanîya Emerîkayê ragehand, Emerîka di çend heftîyên dahatî de, hijmara serbazên xwe li Îraqê dê zêdetir bike bi armanca zêdekirina harîkarîyên xwe bo supayê Îraqê û bo hêza Pêşmerge daku lez bihê kirin li piroseya azadkirina Mûsilê.

K24- Hewlêr:

Aşton Karter, wezîrê berevanîya Emerîkayê û ceneral CO Danfor, fermandarê hêzên hevpişka Emerîkayê, xuya kirin, di haftîyên dahatî de, çend pêşnîyazekan dê pêşkeşî Barak Obama, serokê Emerîkayê bikin, ku yek ji wan pêşnîyazan zêdekirina hijmara serbazên Emerîkayîye li Îraqê ku niha hijmara wan 3800 serbazin.

Ceneral Co Danford xuya kir ku bi bawerîya  wî û Aşton Karter, pêdivîye hijmara serbazên Emerîkayî li Îraqê  bihê zêdekirin, daku bikarin ewan pêşveroyên hêzên Pêşmerge û supayaê Îraqê encamdane, bi leztir bihên kirin û gefên Daişê li Îraqê ji nav bibin.

Di dema bûrî de çend mêdyayekan belav kirin, ku hijamra serbazên Emerîkayê li Îraqê 5000 hezar serbazin, lê ceneral Co Danford red kirk u hijmara serbazên wan bigehe 5 hezar kesan.