Îndîpêndênt: 200 dîplomatkatkar ji Bexda revîyane.
Rojaneme ya Îndîpêndênt a Birîtanyayî ragehand, nêzîkî 200 berpirs û dîplomatkatkar ji Devera Kesik a Bexda ya Paytexta Îraqê revîyane ji tirsa hatine jûr a xwepşanderan bo nav deverê.
K24- Hewlêr:
Rojaneme ya Îndîpêndênt a Birîtanyayî ragehand, nêzîkî 200 berpirs û dîplomatkatkar ji Devera Kesik a Bexda ya Paytexta Îraqê revîyane ji tirsa hatine jûr a xwepşanderan bo nav deverê.
Rojaneme ya Îndîpêndênt dibêje: Xwepîşander alîgirên rêberê Rewta Sedr in ku mirovekê olî yê xorte û li dijî hêzên Emerîkayê li Îraqê şerr dikir.ewan evro dîsan ser hildane û daxwaza encamdan a çaksazîyê dikin û rûbirûyê gendelîyê dibin di nav bijarte ya sîyasî ku waqn bo egera xirabbûna rewşa sîyasî dizanin.
Rojaneme ya Îndîpêndênt behsa ewê yekê dike ku ev xelkê tûrre li derve yê Devera Kesik daxwaz a lêpirsînê dike ji berpirsan ku jîyaneka tenah dijîn û dirûşma wan li kax a xwepîşandanan eve( jê vebin da ji xwe vekin.. ew dizin.
Ev di demekê de ye ku çend heftene alîgirên Rewta Sedir a Şîe rêçik li Îraqê li pêşîya derazînka Devera Kesik li Bexdayê li dijî berfirehbûna gendelîyê di nav dezgehên hikumeta Îraqê de( xwepîşandanan dikin û gefên çûne nav Devera Kesik dikin ku piranîya wezaret û dezgehên hikumeta Îraqê û malên berpirsan têde ne, ev ji bilî balyûzxane yên welatên cîhanê.
Duhî jî dawîn delîve ya rêberê Rewta Sedir bû bo serok wezîrên Îraqê bi dumahî hat, ku berê daxwaz ji serok wezîran kiribû çaksazî ya rastekî di nav hikumetê de encamp bide. Lew pêşbînî dihê kirin heftîya dahatî pêşhatên nû li Bexdayê çê bibin û xwepîşander hilwêstê wergirin.