Israîl ji welatiyên xwe xwest Tirkiyê bicih bihêlin

Di êrişa 19ê Adarê de 3 geştiyarên Israîlê canê xwe ji dest dabûn.

K24-Enqerê

Israîlê ji welatiyên xwe yên ku, li Tirkiyê dimînin,xwest, ji ber gef û êrişên DAIŞê gavek bi zûtirîn dem  ji wî welatî bicih bihêlin.

Peyamnêrê ajansa Reutersê ragehand, berpirsên Îsraîlê dibêjin agahî girtine ku endamên DAIŞê li Tirkiyê êrişên wek 19ê mehê hemberî geştiyaran plan dikin.

Rayedaran ji welatiyan xwest, demek zûtir ji Tirkiyê dûr bikevin.

Di êrişa 19ê Adarê de 3 geştiyarên Israîlê û yek jî Îranî canê xwe ji dest dabûn.

Hat ragehandin, heta niha heşyariyê di "asta 3" de bû ku, ji welatiyan dihat xwestin bo geştê neçin Tirkiyê. Lê bi îro re, Israîlê "asta 2" ragehand ku, ji welatiyan tê xwestin gavek zûtir Tirkiyê bicih bihêlin.

Ger "Asta 1" bê ragehandin wê demê Israîl hewl dide welatiyên xwe ji wî welatê derxe.