Civata Nwênerên Îraqê delîve ya dawîyê daye Ebadî.

Civata Nwênerên Îraqê li ser pirsa çaksazîyê û rewşa nû ya Îraqê kom bû û delîve ya dawîyê daye Ebadî.

K24- Hewlêr:

Civata Nwênerên Îraqê li ser pirsa çaksazîyê û rewşa nû ya Îraqê kom bû û delîve ya dawîyê daye Ebadî.

Di kombûna Civat a Nwêneran de, nwênerên ser bi Rewta Sedir baykota kombûnê kirin û rexne li ecindaya kombûnê girtin.

Piştî vexwîndina karnameya kombûnê ji alîyê Selîm Cibûrî serokê Civatê, biryar hat dan, heya Pêncşembî ya evê heftîyê Ebadî pêkhate ya kabîneya nû ya hikumeta teknokrat amade bike û bixe ber destê Civata Nwêneran.

Li gor biryara Civata Nwêneran eger Ebadî heya wê demê pêkhate ya wezretên xwe amade neke, bawerîyê dê jê bistînin.

Hevdem evro bo roja dûyê li ser yek , Muqteda Sedir, rêberê Rewta Sedir li pêşîya Dever a Kesik li Bexdayê di çadir a xwe de berdewame ji mangirtinê.

Her li Bexdayê bi sedan hezar kes ji alîgirên Mûqteda Sedir li pêşî ya Devera Kesik kom bûne daku bêjin Muqteda di evê mangirtinê de ne bi tenê ye û piştîvanîyê lê dikin.

Duhî êvarî, sedir çû pêşî ya Dever a Kesik di axivtineka kurt de bo xwepîşanderan got: Ez bi tenê diçim Dever a Kesk û li wir  manê dê girim û hun berdewam bin ji mangirtinê û ji vê zêdetir nehên pêş û li cihên xwe vemînin.

Sedir daxwaza pêkhate ya kabîne ya hikumeta teknokrat dike û bo evê meramê jî lîştek bi navên wezîran pêşnîyaz kirîye daku kabîneyeka nû pêk bihênin.