Li encam a Hêrişên Hevpeymana, 97 çekdarên Daişê hatin Kuştin.
Şane ya Rojnamevanî ya Cengî ragehand: Firokeyên Hevpeymanan di dema 24 demjimêrên bûrî de hêriş kirin ser bingeh û baregehên Daişê li Îraqê û 97 çekdarên Daişê kuştin.
K24- Hewlêr:
Şane ya Rojnamevanî ya Cengî ragehand: Firokeyên Hevpeymanan di dema 24 demjimêrên bûrî de hêriş kirin ser bingeh û baregehên Daişê li Îraqê û 97 çekdarên Daişê kuştin.
Li gor ragehandineka Şane ya Ronamevanî Ya Cengî ya ser bi Fermangeha Hêzên hevpişik ên Îraqê: Di dema 24 demjimêrên bûrî de, firokeyên Hevpeymanên Nêvdewletî dij bi Daişê 65 hêriş bo ser ordî û bingehên Daişê li Îraqê encamdane.
Di wê ragehandinê de hatîye xuya kirin ku bingeh û baregahên Daişê li (Qeyare, Xorspad, pira Qeyare, selahîye, Sultan Ebdullah, Xireberdan , Keskê, Nesrî li sinûra parêzgeha Neynawa û Beşîr li bajarê Kekûkê kirine armanc, bi egera wê 97 çekdarên Daişê hatin kuştin û hijmareka mezin ji bingeh û otmbîlên serbazîyên ji nav birin.
Ev di demkê deye ku çend rojin supayê Îraqê li sinûrê Mexmûrê destkirîye bi hêrişan bo ser baregehên Daişê, çirkirina burdûmanên Hevpeymanan , mebest jê harîkirina hêzên Îraqîye bi armanca kontirol vekirina Mûilê û ew deverên din ku heya niha li jêr destên Daişê mane.