Selîm Cibûrî: Heşda Şeibî tayîfîye û neyasayî ye.

Serokî Civat a Nwêner ên Îraqê, Selîm Cibûrî rexne li Heşda Şeibî girt û bi mîlîşîya ya Tayîfî û neyasayî wesif kir û ragehand: Ev mîlîşîya ye karên tole vekirinê li dijî Sûnneyan encamdan û mal û mizgeftên Sûnneyan wêran dikin.

K24- Hewlêr:

Serokî Civat a Nwêner ên Îraqê, Selîm Cibûrî rexne li Heşda Şeibî girt û bi mîlîşîya ya Tayîfî û neyasayî wesif kir û ragehand: Ev mîlîşîya ye karên tole vekirinê li dijî Sûnneyan encamdan û mal û mizgeftên Sûnneyan wêran dikin.

Di gotarêkê de li rojname ya Nîyûyork Taimiz li jêr navûnîşan  (Mîlîşîyayên xwe li derveyê Mûsil bihêlin) Selîm Cibûrî ragehandîye: Rizgarkirina Rûmadî Ezmûneka serkevtî bû bo Îraqîyan heya bizanin çi başe û ewa wêran bûye çawa durist vekin û bi rê yaw ê jî pêngav ên giring bihavêjin bo rizgarkirina Mûsilê ji bin dest ên Daişê.

Cibûrî tekez jî kir ku mîlîşîya yên çekdar, şerrkirinê li dijî Dewleta Îslamî dikin seywanek bo encamdan a pirose ya cînosayîd a Regezî encamp didin li dijî pêkhate yên Îraqê bi tayebetî Sunneyan û hikumeta Îraqê jî şikest hînaye li rêgirtinê ji enncamdan a evan tawanan ji alî yê mîlîşîyayan ve.

Herweha behsê ewê yekê kirîye, eger  rê bihê dank u mîlîşîyayên Şîe pişikdarîyê di rizgarkirin Mûsilê de bikin dê tengijeyek a mirovî çê bibe. Çunku zêdetir ji milyonek a hevwelatî yên Sûnne li Musilê hene û ew dê naçar bin ber bi Turkîyayê birevin û ji wir jî ber bi welat ên Ewrûoayê ve biherin.

Herweha bi pêdivî zanîye hêz ên hozz ên Sûnne û hêz în Kurd li derdorî Musilê harîkarê serkevtin piroseyê bin û dûv re jî rê bihê xweşkirin bo vegerandina hemû pêkhateyan bo nav bajarê Mûsilê.