Sindûq a Dirav a Nêvdewletî, Zêdetir ji 6 milyara Dolaran dide Îraqê.
Wezîr ê Darayî yê Îraqê ragehand: Biryare Sindûq a Dirav a Nêvdewletî zêdetir ji 6 milyar Dolaran wek harîkarî ya Îraqê bike.
K24- Hewlêr:
Wezîr ê Darayî yê Îraqê ragehand: Biryare Sindûq a Dirav a Nêvdewletî zêdetir ji 6 milyar Dolaran wek harîkarî ya Îraqê bike.
Di hevpeyvînek a taybet de bo mêdya yên Îraqê, Hişyar Zêbarî, wezîr ê darayî ya Îraqê, ragehand: Sindûq a Dirav a Nêvdewletî Birayar da, ev sal bi 6 Milyar û 400 milyon Dolaran harîkarî ya Îraqê.
Zêbarî got: Biryare di meha dahatî de Îraq daxwaz a qeran ji Sindûq a Dirav a Nêvdewletî dê bike, bi merem a bûrandin a ev rewşa berteng a darayîyê ku Îraq pê re dibûre.
Ev di demekê de ye, zêdtir ji salekê ye, Îraq hevrûşî tengijeyek a abûrî bûye û berpirs ên Bexdayê jî dakevtin anirxa petrolê û xeric yên şerr ê Daişê bi eger ên serekî yên evê tengijeyê dizanin. Ji alîyek a dî ve bi eger a tengije y sîyasî berpirs ên bala yên Îraqê li lêvar a hilweşandin a hikumetê û pêkhênan a hikumetek a dî ne, ku bi hikumet a teknukrat nave wê dibin.