Daişê di nav Zanko ya Mûsilê de, kîmîyayî berhem hînaye.
Rojname ya Wol Strît Cornal, di raportekê de belav kirîye, Daiş dest danaye ser taqîgeh a kîmîyayî Zanko ya Mûsilê û berhemhînan a bomb ên pêşketî mifayê jê diwergire.
K24- Hewlêr:
Rojname ya Wol Strît Cornal, di raportekê de belav kirîye, Daiş dest danaye ser taqîgeh a kîmîyayî Zanko ya Mûsilê û berhemhînan a bomb ên pêşketî mifayê jê diwergire.
Ferîq Hatem Elmeksusî bi rojnameyê ragehandî ye, navend a Zanko ya Mûsilê, baştirîn navend a taqîkirin a kîmyayî ye û Daiş şîyaye bi vê rêyê, keriste û pêdivî yên çek ê kîmîyayî bi dest xwe ve bihîne bo zêdekirin a şîyan a serbazî ya xw mifayê jê wergire.
Rojnameyê amaje bi wê yekê jî kir ku meşqdayî yên Daişê ji Reqe ve ber mûsil çûne daku meşqê li ser bi karhînan a bomb ên kîmyayî bikin, lê nahê zanîn ka Daiş her berdewame li ser bikarhînan evê taqîgehê bo armanc ên serbazî yan waz hînaye.
Jêderek ê agahdar li rewş a Zanko ya Mûsilê, ragehand, şeş çekdar ên Daişê bo dem a çend mehan di nav taqîgeh a kîmîyayî zankoyê vemane daku keriste yên kîmyayî bikar bihînin.