Çîk Mesîhî yên Îraqê divegrîne.

Hikumet a Çîk, hijmarek a penaber ên mesîhî yên Îraqê di vegerîne bo Îraqê piştî ku wan penaberan hewl dan ji çîk ve bi qaçax ber bi Elamnîyayê biçin.

K24- Hewlêr:

Hikumet a Çîk, hijmarek a penaber ên mesîhî yên Îraqê di vegerîne bo Îraqê piştî ku wan penaberan hewl dan ji çîk ve bi qaçax ber bi Elamnîyayê biçin.

Mîlan Çovanîv, Wezîr ê hindûrî yê Çîk, bi ajans a nûçe ya Firansayê ragehandî ye: Roj a Şembî ya bûrî, 25 penaber ên mesîhî yên Îraqê ku hikumet a Çîkê maf ê penaberînîyê bi wan daye, vîyane bi rê ya pasekê û bi qaçax biçin Elmanya, lê polîs ên ser sinûr ew girtine û biryare  li çend roj ên dahatî, ew 25 penaber ên Îraqî bihên vegerandin bo welat ên wan.

herweha Wezîr ê hindûrî yê Çîk ragehand ku biryar a vegerandin aevan penaberê ên Îraqî, bo ewê yekê divegere çunku evan penaberan harîkarî ya hikumet a çîkîya pêşêl kirîne û bêrîzî li gel yasa û serwerî ya Çîk kirine.

Meh a Kanûn a Yekê ya bûrî, Çîk razî bû, 153 panebr ên mesîhî yên Îraqê, wek penaber biwegire.

Bi eger a şerr û hêriş ên Daişê , piranî ya kêmnetewe û olî yên Îraqê,  hewl didin Îraqê bihêin û ber bi welat ên rojava û Emerîkayê biherrin.