Dahat a mehane ya Îraqê, tenê 62% ji mûçe ya fermanberan dabîn dike.
Dahat a mehane ya Îraqê, tenê 2 milyar Dolarin, di demekê de xercî ya fermanber ên ewî welatî, mehane 4 milya Dolare.
K24-Hewlêr:
Dahat a mehane ya Îraqê, tenê 2 milyar Dolarin, di demekê de xercî ya fermanber ên ewî welatî, mehane 4 milya Dolare.
Rojname ya Faynanşal Taymiz a Birîtanîyayê xuya kir, ku dahat Îraqê pişk a mûçe ya mehane ya fermanberan jî nake, çunku dahat a giştî ya evî hikumetê 2 milyar û 500 milyon Dolare li gor dahat a petrolê, hikumet a Bexdayê tenê dikare 62% ji mûçe yên fermanberan dabîn bike.
Rojnameyê pişkek a mezin ji tengije ya darayî ya Îraqê bo ewê vegerand ku 90% ji dahat a Îraqê ji petrolê ye û petrolê jî niha beha ya xwe ji dest daye.
Herweha hebûn a 3 milyon debder ên hindûrî rewş aloztir kirîye.
Bi eger adakevtin a behayê petrolê piranî ya wan welat ên li dahat serekî pişt a xwe bi petrolê girêdane hevrûşî tengije ya abûrî bûne.