Damezrênerê Hizbûlaha Libnanî li Sûriyê hate kuştin
Bajarokê El-Qeryeteyîn ser bi parêzgeha Himsê ya Sûriyê ve ye û berî du rojan ji aliyê rejîma wî welatî ve hate kontirol kirin.
K24-Navenda Nûçeyan
Damezrênerê Hizbûlaha Libnanî Bilal Nedîr Xêridîn ku, bi navê Ebo Cafer tê naskirin, li bajarokê El-Qeryeteyîn li Sûriyê hate kuştin.
Ajansên ser bi Hizbûlaha Libnanî ve tekez kirin ku, ew serkirdeyê Hizbûlah û damezrênerê wê li bajarokê El-Qeryeteyîn ser bi parêzgeha Himsê li Sûriyê di encama re şer ûpevçûnan ligel Cebhet Elnûsrayê hate guştin.
Berî niha tora Sûriya ya zindî tekez kirbû ku, di encama êrîşa Cebhet El-Nûsrayê li ser çekdarên Hizbûlaha Libnanî 7 kesan canê xwe ji dest dan.
Bajarokê El-Qeryeteyîn ser bi parêzgeha Himsê ya Sûriyê
ve ye û berî du rojan ji aliyê rejîma wî welatî ve hate kontirol kirin.