Dadgeh a Fîdral: Perleman bi yek biryar dikare ladan a wezîrî ji post a wî pesind bike.
Dadgeh a Fidralî ya Îraqê, evro Çarşembîyê, biryarek li ser rewayî ya dengdanê li ser pesindkirin a biryar a ladan a wezîran ji post ên xwe û pesindkirin a biryar a danan a kesek dî li cih ên wan û ragehand, perleman bi yek biryar dikare biryar a ladan a wezîr ji post a wî û biryar a danan a kesek din li şûn a wî pesind bike.
K24- Hewlêr:

Gotebêj ê Dadgeh a Fîdralî ya Îraqê, Ebdulsitar Beyreqdar di ragehandinekê de, got: Dadgeh a Fîdralî, daxwazîyek pê re hatîye pêşkeşkirin bo şirovekirin a rewabûn a dengdan a Civet a Nwêneran bi yekcar bo pesindkirin a biryar a ladan a wezîrî ji post a wî û pesindkirina kesek dî li cihê wî û rêdan bi aşkerakirin yan veşartin a egr a ladan a wî.
Ebdulsitar Beyreqdar dibêje jî: Dadgehê pena bi ber Made ya 78 destûr, ku serok wezîr hatîye serpişkkirn bo ladan a wezîrî ji post a xwe bi rezamendî ya Civat Nwêneran û deq a wê maddeyê ew maf bi temamî daye li bi wê mercê ku eger bihê xuyakirin.
Gotebêj a dadgeh a Fîdralî ya Îraqê, amaje bi wê dike ku birayar a dadgehê tekez dike ku serok ê Civat a Wezîran li gor ewê deq a destûrî, berpirs ê rastewxo ye, li ser sîyaset a giştî ya dewletê.
Hevdem li ser rewayî ya dengdan a Perleman a Îraqê bi carekê bo pesindkkirin a ladan a wezîrî ji pstê û hevdem danan a kesek din li cihê wî, Ebdulsitar Beyreqdar got: Dadgeh bo piştgirêdan bi deq ên destûrî li ser evê yekê, çi deqek nedîtîye ku rêgir be li pêşî ya evê pirsê.ç
Ev di demekê de ye serok wezîr ên Îraqê, Heyder Ebadî roj a Pêncşembî ya bûrî nav ên berbijar ên xwe bo post ên wezaran di kabîne ya nû ya hikumet a Îraqê de pêşkeşî serok ê Perleman a Îraqê( Selîm Cibûrî) kir hevdem perlemanê biryar da di dem a 10 rojan de bawerîyê bide berbijar ên wî.