Şandin a petrol a başûr a Îraqê zêde bûye
Şandin a petrol a Îraqê di bîyav ên başûrê di destpêk a evê mehê de zêde bûye û berhem ê rojane ji 3 milyon bermîlan zêdetire.
K24- Hewlêr:
Şandin a petrol a Îraqê di bîyav ên başûrê di destpêk a evê mehê de zêde bûye û berhem ê rojane ji 3 milyon bermîlan zêdetire.
Basim Ebdulkerîm, cêgir ê reverb ê Kompanaya ya petrol a Başûr bi ajans a Nûçe yên Royeterz ragehand: Tev hinarte ya petrol ê di bîyav ên başûrê zêdebûye û gehiştîye 3 milyon û 449 hezar bermîlan di rojekê de, bi vê yekê jî zêdetir ji 200 hezar bermîl ên petrolê hatîye hinartekirin bi hemberkirin bi destêk a meh a bûrî.
Ev di demekê deye rojane, tev hinarte ya petrolê di meh a Adar a bûrî ji 3 milyon û 300 hezar bermîlan kêmtir bû, lê di vê heftî ya yekem a evê mehê de nêzîk bûye ji 3milyon û nîv bermîlan di rojekê de.