Turkîya û Îsrayîl nêzîkbûne ji rêkkevtina demdirêj
Turkîyayê aşkera kir ku pirose ya asayîbûn a ûeywendî yên wan li gel Îsayîlê gehiştîye qonax a dawîyê û nêzikin ji gehitinê bi rêkkevtinek a demdirêj di navber a herdû welatan de.
K24- Hewlêr:
Turkîyayê aşkera kir ku pirose ya asayîbûn a ûeywendî yên wan li gel Îsayîlê gehiştîye qonax a dawîyê û nêzikin ji gehitinê bi rêkkevtinek a demdirêj di navber a herdû welatan de.
Fireydûn Senîryoglo, wezîr ê derve yê Turkîyayê bi ajans a dengubas ên Royterz ragehand: Roj a Pêncşembî ya bûrî li gel Cozêf Sîyaçanover, nwêner ê Binyamîn Nitinyaho, serok wezîr ên Îsaryîlê li Lendenê kombûye û taybet bi asayîkirin a peywendî yê di navber a Turkîyayê û Îsrayîlê ku ji sal a 2010 ve têçûye bi eger a bûyer a gemî Turkîyayê bo Xeze ku serbaz ên Îsaryîlê 10 çalakvan ên Turkîyayî kuştin û Turkîyayê daxwaz ji hikumet a Îsrayîlê bi fermî daxwaz a lêbûrînê bike.
Li gor ragehandinek a wezaret a derve ya Turkîyayê, li ser kombûn a Lendenê, aşkera kirk u herdû şand gehiştine ji hev têgehiştinê û biryare di kombûn a dahatî de ku di demek a nêzîk de dê bihê encamdan, rêkkevtin bihê wajûkirin ku rêkkevtinek a demdirêj dibe di navber a herdû welatan de.